Pîranşar: Têkşikandina kêlêm tirba Karwan Qadir Şokirî, yek ji can goriyên serhildana Jin Jiyan, Azadî

11:10 - 22 Nîsan 2023

Diya “Karwan Qadir Şokirî” yek ji can goriyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Pîranşarê ragihand ku, kêlên tirba “Karwan” têkşikandine û reng li ser qevrê rûyê tiriba wî reşandine.

Roja Înê 1`ê Banemerê, diya “Karwan Qadir Şokirî” bi belavkirina dêmenên tirba kurê xwe, nivîsî: Digel vejîna kulîlkan çi dikin?

Wêneya belavbûyî ji aliyê diya “Karwan Qadir Şokrî” ve belavbûye, nîşan dide ku êrîşkeran li ser rûyê peyva şehîd a tirba “Karwan” reng reşandine.

“Karwan Qadir Şokirî” ku roja Şemî 28`ê Xezelwera sala 1401`an, bi sebeba gulereşandina hêzên serkutker ên li Pîranşarê bi dijwarî birîndar bibû, roja Yekşemî 29`ê Rêbenda sala 1401`a, canê xwe ji dest da.