Dozgeriya Leşkerî ya Seqiz û Bane, guleberdana bi Fireydûn Mehmûdî cangoriyê serhildana seranserî ya Îranê pejrand

10:38 - 22 Nîsan 2023

Taya Yeka Dozgeriya Leşkerî ya Seqiz û Bane guleberdana hêzên Yekîneya Taybet bi “Fireydûn Mehmûdî” ji cangoriyên serhildana seranserî ya “Jin, Jiyan, Azadî” yê pejrand û biryara qedexekirinê bo Yekîneya Taybbet ragihandin.

Taya Yek a Dozgeriya Leşkerî ya Seqiz û Bane ragihand ku diyar nine “Fireydûn Mehmûdî” bi gulereşandina kîj wezîfedarê Yekîneya Taybet bûye armanc, demaku wiha ye, diyarîkirin a sûçdar tuneye. Lewma bi giştî mijara skalaya dêv û bavên wî pêka belgeyan bes nine û li gorî prensîba herî bilind a beraetê û madeya 4’an hatiye belgekirin û di cîbicîkirina madeya 265’an a yasaya dadweriya tawanan de jî biryara qedexekirinê tê derxistin û ragihand.

Di berdewamiya biryara dawî ya Dozgeriya Leşkerî ya Seqiz û Bane de hatiye: Ji ber ku li derheq diyarîkirina çarenivîsê bo dana deynê ji aliyê Yekîneya pêwendîdar pêka madeya 631an a yasaya dozgeriyê dibe bi bê dana daxwaznameyê bo dadgehê bidûreçûn bihatiba encam dan.

Roja Şemî 27 Xakelêweyê dêv û bavê Fireydûn Mehmûdî ji Dozgeriya Leşkerî ya Seqiz û Bane re ragihandiye ku li hember dana deynê dê skalaya xwe verbigirin.

Diya Fireydûn Mehmûdî tevî redkirina vê daxwaznameya serdozgerê Dozgeriya Leşkerî gotiye: Em xwîna Fireydûn bi dewletê re nafroşin.

28`ê Xermanana sala 1401`an Freydûn Mehmûdî xelkê Seqizê di pêvajoya nerizayetiyên wî bajarî de canê xwe ji dest daye û termê wî bi şevê û bi bê birêveçûna merasimê bi sebeba rêgiriya navendên ewlehiyê bi axê hatibû spartin.