Civîna lêpirsîna Refîq Selîmî li dadgeha Sinê hat lidarxistin

23:02 - 19 Nîsan 2023

Roja Yekşemî 27`ê Xakelêweyê, civîna lêpirsîna “Refîq Selîmî” welatiyê bajarê Sinê ku di meha Sermaweza sala 1401`an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, li taya duyem a lêkolînê ya dozgeriya Giştî û Şoreşa vî bajarî birêve çû.

Di vê civîna han de ku li taya duyem a dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Sinê bi serokatiya dadwer “Neqîzade” hat lidarxistin, “Selîmî” li hember îdiaya “Fisada Fil Eriz” berevaniya xwe kir.

“Refîq Selîmî” di heyama binçavkirinê de tenê carekê bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye û ji mafê hebûna parêzerê destnîşankirî jî bê par bûye.

Roja Yekşemî 9`ê Rêbendana sala 1401`an, malbata “Refîq Selîmî” ji bo haydarbûna rewşa wî serdana dadgehê kiribûn û li wir ji wan re hatibû gotin ku ew bi “Fisada Fil Eriz” hatiye tometbarkirin.

Roja Çarşemî 28`ê Befranbara 1401`an, ev welatiyê Kurd ji girtîgeha Îtila`ata Sinê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

Ji bo ku îtirafên bi zorê ji wî werbigirin li girtîgeha îtla`ata Sinê de rastî îşkenceyê hatiye.

Roja Duşemî 7’ê Sermaweza 1401’an, “Selîmî” bi bê nîşandana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îtla`ata Sinê veguhastibûn.