Xoy: Kuştina jineke ciwan bi hinceta “namûsê”

17:38 - 18 Nîsan 2023

Jinek ciwan a rûniştiyê gundê “Gyoran” a Xoyê ji aliyê bav û birayên xwe ve li gundê “Xezal-Axa” ya Xoyê bi hinceta “namûsê” hat kuştin.

Li gor çavkaniya Nûçegihanê Kurdpa, navê vê jina ciwan “Meryem Silêmanî” temen 28 salî ye, ku roja Înê 25’ê Xakelêweyê bi sedema peywendiya wê bi kesekî din re û belavbûna fîlma wê, û piştire ji aliyê bav û birayên xwe ve ku porên wê ditiraşin wê dikujin.

Li gor çavkaniya haydar a Kurdpayê, fîlma Meryem Silêmanî ji aliyê hevjîna kesê ku pêwendiya wê pê re hebûye, tê weşandin û piştî vê kiryarê, Meryem dest dihavêje bi xwekujiyê lê bi veguhastina wê bo nexweşxaneyê rizgar dibe.

Çavkaniya haydar dibêje: Meryem Silêmanî bû qurbaniya zewaca kêm temeniyê ku di 16 saliya xwe de bi zilamekî bi navê Medenî re zewicandibûn û sê zarokên wê hene.

Hêjayî gotinê ye ku hemû kuştinên jinan li Îran û Kurdistanê bi mebestên “namûsê” nayên kirin, lê di salên derbasbûyî de, rewşa xirab a civakî-aborî û zêdebûna tundûtûjiyê di nav civakê de bûye sedema kuştina jinan ji ber sedemên curbicur. Ji aliyeke din ve li gor yasayên Komara Îslamî kuştina jinan ji aliyê endamên nêzîk ên malbatê ve parêzbendiya qetilê heye û can û jiyana jinan li hember yasayê ti qîmet tuneye û bi destê endamên malbatê tê spartin.