Civîna lêpirsîna Xedîce Mehdîpûr li dozgeriya Îlamê birêve çû

10:45 - 16 Nîsan 2023

Pêka rapora Nûçegihaniya Hiranayê, roja Şemî 26`ê Xakelêweyê civîna lêpirsîna “Xedîce Mehîdpûr” girtiya siyasî ya berê li dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Îlamê hat lidarxistin.

Di piroseya birêveçûna wê civînê, li taya 3ê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşa Îlamê de bi serokatiya dadwer “Şehram Xulam Husênî” birêve çû û “Mehdîpûr” li derheq tohmeta “Propagende bi sûda girûp û saziyên dijberên nizama Komara Îslamî û belavkirina axatinên bê bingeh” berevanî ji xwe kiriye.

Nûçegihaniya Hiranayê li zarê çavkanyeke nêzî malbata “Mehdîpûr” ragihandiye: “Navbirî bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema bidawîhatina piroserya dadgehê hatiye berdan”. Herwisa bo heyama 6 mehan dibe mehê yekcarî xwe bo îdareya îtla`ata Îwanxerbê bide nasîn.

“Xedîce Mehdîpûr” li Rezbera sala 1401`an hatibû binçavkirin û piştire bi derbaskirina 20 mehan di girtîgehê de, navbirî di dawiya meha Rêbendana sal a1401`an li dema pêka bexşnameya lêborînê hatibû berdan.

Berê jî navbirî hatibû binçavkirin û cezayê girtîbgehê hebûye.