Li bajarê Qorve çalakvanekî medenî hat binçavkirin

09:36 - 16 Nîsan 2023

Roja Şemî 26`ê Xakelêweyê, “Mehdî Êrfanî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Qorve, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Pêka gotina çavkanyeke haydar, hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya yasay avêtine ser mala wî çalakvanê medenî û bi tundûtîjî û lêdanê ev binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar di berdewamiyê de diyar kiriye, hêzên ewlehiyê piştî vekolîna mala wî welatiyê, dest bi ser kampyûter, telefon, pirtûk, nivîs û hin kelûpelên din de girtine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeb û tohmetên ku li dijî “Mehdî Êrfanî” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.