Li Bendava ebbas Abad a Banê termê 2 kolberên xeniqî hatin dîtin

16:39 - 15 Nîsan 2023

Roja şemî 26`ê Xakelêweyê, termê 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Efşîn Felahî” temen 22 salî û “Mehdî Rehmetî” temen 23 salî û xelkê Seqizê ku di bendava Ebas Abad a Banê de xeniqîbûn, piştî 9 rojan lêgerînê hatin dîtin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, termê van her du kolberan bi hewlên tîmên melevanî ên Bane, Seqiz, Bokan, Mehabad, Sine û Merîwanê hatine dîtin.

Vê çavkaniyê agehdar got jî: Termên van her du kolberan bo morga nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê hatin veguhestin û piştre bo pijîşkiya dadwerî hatin veguhastin.

Roja Pêncşemî 17ê Xakelêweyê ev du kolber dema diçûn kolberiyê di bendava Ebas Abad a Banê de xeniqîn.