Nexuya bûna qedera Pûriya Cewaherî bi tohmeta “şer li dijî xwedê” li girtîgeha Kamêran

12:10 - 15 Nîsan 2023

Pûriya Cewaherî welatiyê bi tohmeta “şer li dijî xwedê” ku roja 8’ê Sermaweza sala 1401’an piştî gazîkirina bo îtla`ata Pasdaran a Kamêran hatibû binçavkirin, heya niha jî di girtîgeha vî bajarî de ye.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han heya niha ji, mafêhebûna parêzerekî diyarkirî bêpar bûye û di dawiya meha Rêbendana sala 1401`an de, piştî zêdetir ji du mehan ji lêpirsînê li girtîgeha Îtila`ata Pasdaran, bo girtîgeha Kamêranê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Roja 22`ê Reşemeya sala 1401`an de, di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de, Pûriya Cewaherî bo cadeya 12 metrî ya bajarê Kamêran bi kelepçekirin a dest û pêyan hatibû veguhastin û lêpirsên ewlehiyê ew neçar kirin ku bi senaryoya çewte ya gefxwarin li hêzênû teqekirin ji wan başdarî bike.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Dezgehên ewlekarî û dozgeriya Giştî û Şoreşê ev welatiyê han bi kuştina endamekî Spaha Pasdaran bi “şer li dijî xwedê” tometbar kirine, lê bi dehan welatiyên Kamêranê nameyek bo dadgeha vî bajarî îmza kirine ku hebûna Cewaherî di kompanyaya asfaltkirinê de, li gundê “Tîlko” di dema kuştina wî endamê Pasdaran de, ragihandine.

Di meha Befranbara sala 1401’an a Rojî de, serokê dadweriya parêzgeha Kurdistanê li ser dosyeya vî welatiyê Nûçegihaniya “Tesnîm”ê re ragehand: “Pûriya Cewaherî” bi tohmeta şerxwaziyê, fermana destbiserkirina wî hatiye derkirin û dosyeya li ser vî kesî hatiye vekirin, li taya lêkolînê ya yekem a Serdozgeriya Kamêranê, taya lêpirsînê li xwe mikur hat ku ew çek ji kesekî din wergirtiye û ew jî bi biryara dadgehê hatiye girtin.

Di dawiya Sermaweza sala 1401ê de, Pûriya Cewaherî di telefoneke kurt de ji malbata xwe re, li ser binçavkirina xwe ya li Sinê di navendeke ewlehiyê de agahî da û dema ku di bin lêpirsînê de bûye behsa êşkencekirin û şikandina perestûyê sîngê xwe kiriye, lêpirsîneran telefona wî jê wergirtin.