Xwişka Ramîn Fatihî yek ji cangoriyên serhildanê, Rada Fethî ji bo Dadgeha Cezaya Sinê hat gazîkirin

12:07 - 15 Nîsan 2023

Xwişka Ramîn Fatihî yek ji cangoriyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”, Rada Fethî, ji bo Dadgeha Cezaya Sinê hat gazîkirin.

Yek ji xizmên nêzîkê Rada Fatihî di hevpeyvînekê de ligel Kurdpa ragihand: Gazînameya Fethî roja 6`ê Xakelêweyê jêra hatiye ragihandin, lê wê roja 24`ê Xakelêweyê ev gazîname wergirtiye û, navbirî bi tohmeta "têkdana aramî û ewlehiya giştî" divê roja Şemiyê 26`ê Xakelêweyê li taya 101 a Dadgeha Cezayê ya Sinê de amade bibe.

Roja Pêncşemî 21’ê Rezbera sala 1401’an, Rada Fatihî tevî her du birayên xwe Ramîn û Wiriya Fethî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin û bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibûn veguhastin.

Di 29’ê Rezbera sala 1401’an de Ramîn Fatihî di bin îşkencê de jiyana xwe ji dest da û hêzên ewlehiyê sedema mirina wî ji malbata wî re “xwekuştin ragihand” û bi dizî ve li goristana Beheşta Mihemedî ya bajarê Sinê de spartin axê.

Piştî derbasbûna 21 rojan ji lêpirsînê, Rada Fethî û Wiriya Fatihî bi danîna barimteya bi qasî 2 milyard Tûmenî heta dema bidawîhatina proseya dadgehê bi awayê demkî ji girtîgehê hatin berdan.