Urmiye; Mirina welatiyekê bi sededma derzîlêdana şaş

10:53 - 15 Nîsan 2023

Roja Înê 25’ê Xakelêweyê welatiya bi navê “Zîwer Erebî” keça Emîr û xelkê gundê “Mafî Kendî” a ser bi bajarê Selmasê bi sedema derzî lêdana şaş a li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev jin roja Pêncşemî 24’ê Xakelêweyê ji bo zayînê li nexweşxaneya Azerbaycanê ya Urmiyê de razandibûn û roja Înê 25’ê Xakelêweyê piştî zayînê bi sedema derzîlêdana şaş jiyana xwe ji dest da.

Zîwer Erebî 32 salî ye û du zarokên wê hene.