Hunermendê xwenîşander ê Paweyê Fîroz Mîranî çavê wî yê rastê tune ye

11:42 - 1 Nîsan 2023

“Fîroz Mîranî” hunermendê xwenîşanderê yê xelkê Paweyê, ku roja 9ê Sermaweza sala 1401an, bi gulereşandina hêzên tepeserker, çavê wî bi giranî birîndar bibû, bi sedema birîna demara çav, çavê xwe yê rastê ji dest da û tenê ji aliyê kozmetîkî ve saxlem e.

Herwisa retîna çavê çepê yê vî hunermendî jî qut bûye û niha ji ber zeliqîna retînê, di nav çavê wî de rûn kom bûye, û ronahiya çavê xwe ji sedî û nîv ji dest daye. Hewldanên pîzişkan ji bo dermankirina çavê çepê yê wî hunermendî û vegerandina dîtina wî dewam dikin.

“Mîranî” êvariya 9`ê Sermaweza sala 1401`an, piştî şabûna xelkê bi şikesta tîma neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê li hember tîma neteweyî ya Amerîkayê li Kupaya Cîhanî ya 2022`an, ji aliyê hêzên tepeserker ve hat gulebaran kirin û bi giranî birîndar bû, ji ber berkevtina guleyên saçimeyî çavê wî bidijwarî biirîndar bûye.

Li gor çavkaniyeke agadar ji Kurdapa re, ev hunermendê xwenîşander li sê rêyan nexweşxanê li ber avahiya agirkujiya Paweyê ji aliyê hêzên tepeserker ve hat gulebarankirin û bi birîndarî rakirine mala wî û malbata wî jî ji ber tirsê çûna nexweşxaneyê red kirine û piştire ji aliyê hêzên tepeserker ve hatibû binçavkirin, piştre jî bi çêkirina dosyeya kolberî bo wî li nexweşxaneya Quds Pawe, çareseriya pizîşkî jê re hat kirin û ev hunermendê Kurd bi sedema giraniya birîna çavê xwe bo nexweşxaneya Xumeynî ya Kirmaşanê hat veguhestin.

Vê çavkaniya haydar herwiha got: Fîroz Mîranî bi sedema giraniya rewşa çavên xwe ji nexweşxaneya Xumeynî ya Kirmaşanê bo nexweşxaneya Farabî ya Tehranê hat veguhestin û 5 demjimêran jî emeliyata çareseriya çavê  wî dewm kir.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev hunermendê Kurd ji bo ku çavê wî yê rastê zuwa nebe, hêsirên sûnî bikar tîne.

Vê çavkaniya haydar destnîşan kir: Piştî birîndarkirina “Mîranî”, saziyên ewlehiyê yên tepeserker hewl dan navê wî wek kêm endam tomar bikin, lê wî hunermendî daxwaza saziyên ewlehiyê red kir.

“Fîroz Mîranî” kurê Ebdulhemîd û Ribabe, jidayîkbûyê 12`ê Reşemeya 1372`an, û xelkê bajarê Bayîngan a ser bi parêzgeha Pawê ye.