Morteza Sêydî bo taya Duyem a Dadgeha Şoreşa bajarê Şehryarê hat gazîkirin

09:54 - 13 Nîsan 2023

Çalakvanê kedkarî yê bajarê Kamêranê Morteza Sêydî bo taya duyem a dadgeha Şoreşê ya bajarê Şehryarê hat gazîkirin.

Li gor gazînameya ku Morteza Sêydî roja Çarşemê 23ê Xakelêweyê wergirtiye, divê navbirî roja 6ê Banemerê bi tohmeta “avakirina komeke bi navê yekîtiya karkeran bi axaftineke ateyst a komonîstî bi mebesta têkdana ewlehiya welat” derkeve pêşberî taya duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya bajarê Şehryar.

Ev çalakvanê kedkariyê di Rezbera sala 1401`an de bi heman tohmetê bo taya 101 a dadgeha tawanan a du ya bajarê Qudsê hatibû gazîkirin.

Roja Duşemî 19`ê Banemera 1401`an, Morteza Sêydî bi barimteyê heta bidawîhatina dozê bi awayekî demkî ji girtîgeha Êvînê hatibû azadkirin.

Sêydî roja Înê 26`ê Xakelêweya 1401`an li gel çend çalakvanên din ên kedkariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.