Sine; Girtina mamosta û çalakvana mafên jinan Ferîba Zendkerîmî berdewam e

09:53 - 13 Nîsan 2023

Mamosta û çalakvana mafên jinan Ferîba Zendkerîmî tevî ku hefteyek bi ser girtina wê re derbas bûye, hîn jî di girtîgehê de ye.

Li gor çavkaniya agehdar, ev mamosta ji parêzerê destnîşankirî û pêwendiya telefonî bi malbatê re bê par maye.

Herwisa Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê jî ji bo berevanîkirin li Ferîba Zendkerîmî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Ev encûmena bi piştevankirin jina Ferîba Zendkerîmî daxwaza azadkirina wê û rawestandina reftarên nerêde û neqanûnî kiriye û li ser baweriyê ye ku reftarên polîsî û ewlehî bi çalakvanên sinfî û medenî re rê ber bi şaştiyê ve dibin.

Roja Çarşemî 16`ê Xakelêweyê, xanima Zendkerîmî piştî ku bo navenda Stada  îtla`ata Sinê hatibû gazîkirin, wir hate girtin.

Piştî girtina wê çalakvana sendîkayî, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wê û dest danîne ser hinek kelûpelên wê yên şexsî û birine.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li dijî Xanim Zendkerîmî de hatine sepandin ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.