Seqiz; Çavê Kamran Sebikro piştî gulereşandinê hewcehî bi çendîn emeliyatan heye

18:03 - 12 Nîsan 2023

Di 28’ê Xermanana sala 1401’an de bajarê Seqizê di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî de bû qada yek ji rojên herî berfireh ên xwenîşandanên seranserî. Di vê rojê de Fereydûn Mehmûdî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hat kuştin.

Herwisa li gor lêkolînên Kurdpa yê, zêdetir ji 27 welatiyên Kurd ku beşek ji wan tenê temaşey xwenîşandanan dikirin, birîndar bûne û xortekî Seqazî yê temen 27 salî  Kamran Sebikro jî yek ji van kesan bû.

Kamran Sebikro bi 60 guleyan birîndar bibû;

Li gor çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê; Sebikro li salona zanîngeha Seqizê li gel malbata xwe temeşeyî xwenîşandanan dikir, 2 motorsîklet gule berdane wî û navbirî bi dijwarî li ser û rû û laşê xwe de birîndar bû.

Çavkaniya agahdar diyar dike; Du motorsîkletvan piştî teqekirinê ji cihê bûyerê reviyan û malbata Sebikro ew rakirin nexweşxaneya “Xomêynî” ya bajarê Seqizê, lê bi sedema giraniya birîna çavê Sebikro, malbat neçar bûn navbirî bo nexweşxaneya “Nîkokarî” a bajarê Tewrêzê veguhezînin.

Ji guleyên mayî yên di serî, rû û laşê Sebikro de hewcehî bi gelek emeliyatan heye;

Li gor çavkaniya agehdar a Kurdpayê; Nêzîkî 60 gule li çav, serî, rû û laşê Sebikro ketine û heta niha pizîşkan karîne tenê 3 guleyan ji çavên wî derxin, yên mayî jî di laş, ser û rûyê wî de mane.

Çavkaniyek agahdar dibêje: Sê gule rasterast li çavên Sebikro ketin, ku bû sedema têkçûna retina wî ji sê aliyan ve, û her sê gule jî 2 heta 2,5 mm ketin çavê wî. Herwisa guleyek li nav çavê Sebikro ketiye û tenê li dora çavê wî yê çepê zêdetirî ji15 gule hene.

Çavkaniya agahdar zêde dike; Kamran Sebikro hewcehî bi emeliyata çav heye û ji ber nebûna şiyana aborî, careke din çavê wî nekariye emeliyat bike.

Li gor vê çavkaniya agehdar; Kamran Sebikro niha lensên pêwendî bi çav bikar tîne û li gor pizîşkan piştî çendîn emeliyatan û bi demê re dê bikaribe tiştan bibîne.

Gazîkirin û zextên saziyên ewlehiyê yên li ser Kamran Sebikro û malbata wî;

Çavkaniya agehdar a Kurdpayê li ser vê yekê dibêje; Piştî derbasbûna du mehan li ser gulebarana hêzên ewlehiyê li ser Kamran Sebikro, zextên saziyên ewlehiyê û gazîkirina wî û malbata wî bo îtla`ata Spaha Pasdaran dest pê kirine. Îtla`ata Spahê, di pêwendiyeke telefonî de bi bavê Sebikro re, ji wan xwest ku di vê saziya ewlehiyê de amade bibin. Piştî ku Kamran Sebikro çû îtla`ata Spaha Pasdaran, bi devkî, bi nivîskî û bi vîdyo lêpirsîn ji wî hatiye kirin.

Kamran Sebikro di Rêbenda sala 1367’an de jidayîk bûye û kurê Mihemed û Fireştê ye. Ew bi karê serbixwe yê kedkariyê re mijûl dibe.