Tehran; Kuştina xortekî Kurd ji ber gulebarana bereday ji aliyê polîsan ve

16:47 - 12 Nîsan 2023

Sibeha roja Şemî 19’ê Xakelêweyê, xortê Kurd ê bi navê “Hisên Melikî” li bulvara “Beharan” a bajarê Quds a Tehranê bi sedema gulereşandina beredayî ên hêzên polîs jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpa re ragehandiye, ev welatiyê han li bulvara “Beharan” a bajarê Quds a Tehranê bi hêzên polîs re ketiye nakokiya devkî û piştî şerê devkî, yek ji wan polîsan bê sedem gule berdane wî.

Vê çavkaniyê haydar herwisa got: Roja Duşemî 21`ê Xakelêweyê termê Hisên Melikî radestî malbata wî hat kirin.

Hisên Melikî xelkê bajarê Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê û rûniştiyê bajarê Qods a Tehranê bû.