Lîstikvanê bi sûcdariya “şer li dijî xwedê” Perham Perwerî bo girtîgeha Êvînê veguhastin

16:45 - 12 Nîsan 2023

Roja Yekşemî 20’ê Xakelêweyê, endezyar Perham Perwerî bi tohmeta “şer li dijî xwedê” û xelkê Seqizê, ji girtîgeha Tehranê bo girtîgeha Êvînê hat veguhestin.

Yek ji xizmên vî werzişvanê Kurd, bi piştrastkirina vê nûçeyê, ji Kurdpa re ragihand: Parham Perwerî ligel nêzîkî 35 girtiyên din ji girtîgeha Tehranê bo girtîgeha Êvînê hatine veguhestin.

Vê çavkaniyê haydar got: Biryar bû civîna dadgeha Perwerî roja Duşemî 21`ê Xakelêweyê, li taya 28`ê Dadgeha Şoreşa Tehranê bihata lidarxistin, lê bi hincetên nediyar nehat lidarxistin.

Roja Çarşemî 14’ê Befranbara 1401’an, endezyar “Perhem Perwerî” di peywendiyeke telefonî de bi malbata xwe re ragihand ku ji girtîgeha Êvînê bo girtîgeha Tehranê hatiye veguhestin.

Roja Yekşemî 4ê Befranbar a sala 1401ê, piştî ku 46 roj bi ser girtina endezyar Parham Perwerî re derbas bûn, destûr ji wî re hat dayîn ku parêzerekî destnîşankirî dê parêzeriya wî bigire stû.

Piştî dîtina dosyeya vî welatî, parêzerê pile yek yê dadgehê Mazyar Tatay ji malbata wî re ragihand ku tawana “şer li dijî xwed”ê di vê dosyeyê de hêj berdewam e.

Piştî ku di torên civakî de nûçe hat belavkirin ku tometa “şer li dijî xwed”ê ji dosyeya endezyar Perham Perwerî hatiye derxistin, çavkaniyek agehdar di gotûbêja ligel Kurdpayê de rastiya vê nûçeyê red kir.

Roja Çarşemî 18’ê Xezelwera sala 1401’an, endezyar Perhem Perwarî ku di xwenîşandanên Tehranê de hatibû destbiserkirin, ji aliyê dozgeriya Ewlehiya Girtîgeha Êvînê ve bi “şer li dijî xwedê” hate tohmetbar kirin.

Perwerî di 11'ê Rezbera sala 1401'an de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hate girtin û bo girtîgeha Feşafoye veguhastibûn.

Piştî girtina hefteyekê li girtîgeha Feşafoye bo girtîgeha Êvînê hat hatibû veguhastin.

Perham Perwerî 25 salî ye û derçûyê beşa endazyariya mikanîkî ya zanîngeha teknîkî ya Urmiyê ye û Mozefer Perwerî û Sarve Sozanî, dê û bavê Perham in û mamosteyên xanenişîn ên bajarê Seqizê ne.

Perham di pêşbirkên melevaniyê de pileya sêyem bi dest xistiye û çendîn pêşbirkên navçeyî û xwendekarî bi dest xistiye.