Du kolber di avbenda Ebasavaya Bane de xeniqîn

10:27 - 8 Nîsan 2023

Roja Pêcşemî 17`ê Xakelêweyê, du kolberên bi navên “Efşîn Felahî” temen 22 salî û “Mehdî Rehmetî” temen 23 salî û xelkê bajarê Seqizê di bendava Ebasavaya Bane de xenqîn.

Demjmêr 8:00 serspêdeya roja Pêncşemî 17`ê Xakelêweyê, hewldanên bona peydakirina termê wan her du kolberan destpê kir, lê bi sebeba berfirehî û zêdebûna ava benava Ebasavayê, heta niha ev hewldan bê encam bûne.

Bavê “Efşîn Felahî” bi belavkirina peyameke vîdyoyî dibêje: Kurê wî bo kolberiyê çûbû bo sînûr Bane û piştî vê yekê ti haya wî jê tuneye.

Pêka belgeyên Navenda Amarê ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, li destpêka sala 1390`î heta dawiya sala 1401`an, li ser hev 1956 kolber di Kurdistan û Îranê de hatine kuştin û birîndarkirin.