Girtîgeha Nexede; Berdewamiya girtin û bê çarenivîsiya Şîrzad Azerberzîn

11:35 - 7 Nîsan 2023

Welatiyê Pîranşarê “Şîrzad Azerberzîn” tevî derbasbûna zêdetir ji 4 mehan ji destbiserkirina wî, heya niha jî di girtîgeha Nexedeyê de di girtîgehê de ye.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, dosyeya “Şîrzad Azerberzîn” bi tohmeta “endamtiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” bo Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê hatiye şandin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Ev welatiyê han heya niha jî bi hebûna parêzerekî diyarkirî re jî bê par bûye.

Roja Yekşemî 6`ê Sermaweza a sala 1401`an, “Şîrzad Azerberzîn” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat destbiserkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Pîranşarê bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhestin.