Sine; Ferîba Zendkerîmî piştî ku bo Îdareya îtla`atê hatibû gazîkirin hat girtin
11:22 - 7 Nîsan 2023
Roja Çarşemî 16’ê Xakelêweyê, “Ferîba Zendkerîmî” mamostaya girêbestî ya îdareya Perwerdeya Sine piştî gazîkirina bo Stada Xeber a Îdareya Îtilaata vî bajarî hate destbiserkirin.
Piştî girtina vê çalakvana sendîkayî, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wê û dest danîne ser hinek kelûpelên wê yên şexsî û birine.
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast derbarê sedema destbiserkirin û tohmetên ku li dijî “Ferîba Zendkerîmî” de hatine sepandin ber dest nine.