Di dema serhildana şoreşgerî de, Mestane Nazî ji ber gulereşandina hêzên serkutker çavê xwe yê çepê ji dest da

12:01 - 5 Nîsan 2023

Girtin, îdamkirin û gulebarana rasterast a xwenîşanderan di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de, beşek ji destkeftên Komara Îslamî ya Îranê ji bo berdewamiya tepeserkirina xwenîşandanên şeqaman bû.

Piştî kuştina Jîna(Mehsa) Emînî ji aliyê hikûmetê ve, li bajarên Îranê bi taybet li Kurdistanê ku rastî zext û tepeseriya hêzên mêtînkar hatin, welatî ji bo şermezarkirina vê cinayeta hikûmetê daketin qadan.

Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine weşandin, di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de, zêdetirî 18 hezar kes ji ber gulebarana hêzên serkutker hatine girtin û 500 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bajarê Pîranşarê bi nifûsa nêzîkî 140 Hezar kesî yek ji navendên xwenîşandanan bû ku di encamê de 4 welatî ji wan 3 zarokan canê xwe ji dest dan û hejmarek welatiyan ji çav, dest û lingên xwe birîndar bûn ku yek ji wan xanim “Mestane Nazî” bû, “Mestane” ji ber gulebarana hêzên serkutker çavê wê yê çepê birîndar bûye.

Li gor çavkaniya agehdara bi “Kurdpa” yê, “Mestane Nazî” dema li xwenîşandanan de tenê temaşey serhildêran dikir û ji aliyê hêzên tepeserker ve hatiye gulebaran kirin û nêzî 30 gule li ser û rûyê wî ketine.

Vê çavkaniya agehdar a “Kurdapa”yê ragehand: Ev bûyer li ber deriyê mala bavê wî li rêya 24 metriya Pîranşarê qewimî û malbata “Nazî”yê ew bo nexweşxaneya Xumeynî ya vî bajarî rakiribûn.

Ev çavkaniya agehdar wiha berdewam dike: “Mestane” ji nexweşxaneya Pîranşarê bo nexweşxaneya Mihabadê hat veguhestin û bi sedema ziyaneke mezin li çavê wê yê çepê ketibû û heta niha pizîşkan 3 caran çavê wê emeliyat kirine.

Vê çavkaniyê agehdar ragehand: Çavê çepê yê Nazî şiyana dîtinê nîne û heya niha jî çend gule li ser û rûyê wê de mane.

“Mastane Nazî” keça Ebdullah û Ayişe ye û di 4’ê Sermaweza 1378’an a Rojî li Pîranşarê ji dayîk bûye.