Kurê Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê îdamkirî bo beşa Lêpirsînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşa Urmiy hat gazîkirin

10:44 - 1 Nîsan 2023

“Ferxedîn Îbrahîmî” kurê “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê hatî îdamkirin bo taya 9 ya Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa Urmiyê hat gazîkirin.

“Îbrahîmî” bi tohmeta têkşikandina deriyê Noberdariya Dadgeha Pêdaçûnê hatiye gazîkirin û li rêkevta 7`ê Xakelêweyê  5 roj derfet ji navbirî re  hatiye dan u bo dawîn berevanîkirinê, xwe bo taya 9 ya Dozgeriya Giştî û Şoreşa Urmiyê bide naskirin.

“Ferxedîn Îbrahîmî” roja Pêncşemî 25`ê Reşemeya sala 1401`an rojek berî îdamkirina bavê xwe li girtîgeha Navendî ya Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Înê 26`ê Reşemeya sala 1401`an bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Înê 26`ê Reşemeya sala 1401`an, “Mihyedîn Îbrahîmî”girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de hat îdamkirin, Komara Îslamiya Îranê xwe ji radestkirina termê wî ji malbatê re parastibû û termê “Îbrahîmî” di cihek nediyar de bi axê spartine.

Îdareya Tomarkirina Nasnameya bajarê Nexedê bi derkirina belgeya wefatê ji bo “Mihyedîn Îbrahîmî” re, sedema wefata wî Cezayê Yasayî ragihandiye.