Veguhastina Bayezîd Rasixinya bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê

10:24 - 5 Adar 2023

“Bayezîd Rasixniya” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastine.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew welatiyê Kurd roja Pênçşemî 11`ê Reşemeyê piştî derbasbûna du hefteyan bi ser binçavkirinê de di pêwendiyeke telefonî de bi malbatê re gotibû ku navbirî di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de di bin lêkolînê de ye.

Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, ew welatiyê Kurd heta niha ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

 “Bayezîd Rasixniya” yê temen 42 salî li cihê karê xwe de yanî li Tanakoraya Mihabadê, bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Bayezîd Rasixniya” hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nine.