Mihemed Obêyd Heqîqiyan bi danîna barimteyê li girtîgeha Sinê azad bû

11:49 - 4 Adar 2023

Roja Şemî 6`ê Reşemeyê, “Mihemed Obêyd Heqîqiyan” karmendê dadgeha Sinê bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna pêvajoya dadgehîkirinê li girtîgeha Navendî ya Sinê hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bû û piştî bidawîbûna pêvajoya lêkolînê li girtîgeha ewlehî bo girtîgeha Sinê hatibû veguhastin.

Ew karmendê berê yê dadgehê, li taya Du ya Lêpirsîna Dadgeha Giştî û Şoreşa Sinê bi “piropagende li dijî nizamê”, “bêrêzîkirin bi rêber” û “tûjkirina welatiyan bo beşdarîkirin di meşên nerizayetiyê de” hatibû tohmetbarkirin.

Roja Yekşemî 16`ê Rêbendanê, “Mihemed Obêyd Heqîqiyan” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.