Giritiyekî xelkê bajarê Herisînê li girtîgeha Navendî ya Hemedanê hat îdamkirin

11:47 - 4 Adar 2023

Serspêdeya roja Çarşemî 10`ê Reşemeyê, biryara îdamkirina girtiyê Kurd yê bi navê, “Mihemed Dostînijad” yê temen 29 salî û xelkê bajarê Herisîna ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Navendî ya Hemedanê birê ve çû.

Ew girtiyê Kurd berê bi tohmeta kirîn û firotina madeyên sirker hatibû binçavkirin û piştire ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve cezayê îdamkirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha nûçeya îdamkirina wî girtiyê Kurd, ji aliyê navend û medyayên navxwe yên Îranê ve nehatiye ragihandin.

Her di vê pêwendiyê de jî, serspêdeya roja Sêşemî 9`ê Reşemeyê, cezayê îdamkirina girtiyê Kurd yê bi navê “Kiyomers Sadiqpûr” yê xelkê bajarê Kirind Xerbê, bi tohmeta kirîn û firotina madeyên sirker cezaya îdamkirinê bi ser de hatibû sepandin û li girtîgeha Dîzelavaya Kirmaşanê birê ve çû.