Pîranşar: Bi Barimte girtina Fireydûn Nebî bi cihê birayê wî ji aliyê hêzên ewlehî ve

10:43 - 4 Adar 2023

Lawê Kurd yê bi navê “Fireydûn Nebî” temen 21 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, bi cihê birayê wî yê bi navê “Ferdîn Nebî”, ew heyama 126 rojan e ku, ji aliyê hêzên ewlehî ve weke barimte di girtîgehê de ye.

Pêka gotina çavkaniya haydar ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 26`ê Xezelwera sala 1401`an, hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya yasayî û bi tundûtîjî êrîşî ser mala “Ferdîn Nebî” kirin e û piştî ku nekarîne navbirî binçav bikin, birayê wî yê piçûk yê bi navê “Fireydûn Nebî”binçav kirine.

Herwia wê çavkaniya haydar daye zanîn ku, hêzên ewlehî bi eşkere ji malbata Nebî re îlankirine ku heta dema “Ferdîn” xwe radest neke, “Fireydûn” dê li girtîgehê de be.

Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku, Roja Pênçşemî 27`ê Rêbendana sala 1401`an, “Osman Nebî” bavê malbatê û “Meryem Nebî” hevjîna “Ferdîn Nebî” bo îdareya îtla`ata Pîranşarê hatibûn gazîkirin û bo heyam 3`ê demjmêjran lêkolîn ji wan kiribûn.

Berê jî hêzên ewlehî dest bi ser telefonên tev endamên malbatê yên weke, bav, dêv, du bira û hevjîna “Ferdîn Nebî” de girtibûn.

Pêka gotina wê çavkaniyê, “Fireydûn Nebî” piştî derbasbûna 48 demjmêran di bin lêkolînê li îdareya îtla`ata bajarê Urmiyê de bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û niha li wir bê çarenivîs e.