Kirmaşan: Xortekî Kurd bi sebeba gulereşandina hêzên întizamî canê xwe ji dest da

17:25 - 29 Adar 2023

Şeva Duşemî 7`ê Xakelêweyê welatiyê bi navê “Azad Rizayî” temen 25 salî û xelkê taxa Diredirêj a ser bi bajarê Kirmaşanê bi sebeba gulereşandina hêzên întzamî canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar a “Kurdpa”yê, hêzên întizamî li derdora meydana “Niyayêş” a Kirmaşanê, tromobîla wî xortî Kurd gulebaran kirine û di encamê de guleyek ber serê wî dikeve û demldest canê xwe ji dest dide.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: “Azad Rizayî” di encama gulereşandina hêzên Kelenteriya 21 a Niyayêşê de hatiye kuştin.

“Azad Rizayî” peyrewê Ola Yarsan û xelkê bajarê Dahoyê bû.