Çavê rastê yê Saman Himetî, yek ji welatiyê serhildêr yê bajarê Avdananê tenê şiyana dîtina rohnahiyê heye

10:51 - 29 Adar 2023

“Saman Himetî” welatiyê nerazî yê xelkê Avdananê li rêkevta 27`ê Xezelwera sala 1401`an li pêvajoya serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de çavê wî yê rastê li mesafeta nêzî 20 metran de bi guleyên saçimeyî bibû armanc.

Ew xortê Kurd piştî birîndarbûnê li meydana “Îmam Elî”ya Avdananê, ji aliyê hêzên serkutker ve bona tedaviyên pizîşkî ve bo nexweşxaneya Dizfûlê hatibû veguhastin û piştî kelaştinê bo Tehranê veguhastine.

Piştî sê demjmêran ji neştergeriyê di odeya emeliyatê de, hêsirê çavê xwe dirût û xuyabûna çavê wî hat vegerandin û çavê wî yê rastê tenê dikare ronahiyê bibîne.

Ev xwenîşander heft mehe ku devra dermankirinê derbas dike û divê neştergeriyên din li ser çavê wî yê rastê bên kirin.

Saman Himetî kurê Fethullah û Neşmiye, 8’ê Befranbara 1379’an li bajarê Avdananê jidayîk bûye.