Zanyar Tundrew bi bê destpêragihîştin bi dermanan ji aliyê hêzên Polîs ên Tirkiyê ve bo kempa penaberan li Moxla yê hat veguhastin

10:34 - 29 Adar 2023

“Zanyar Tundrew”, yek ji welatiyê nerazî yê xelkê bajarê Pîranşarê ye ku di pêvajoya serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê de bi sebeba gulereşandina hêzên serkutker rohnahiya çavê xwe yê rastê ji dest daye, û ji aliyê Polîsên Yûnanê radestî Polîsên Tirkiyê hatiye kirin û li kempa penaberan de ji destpêragihîştin bi deraman bê par e.

Yek ji xizmên nêzî Zanyar di gotûbêj digel “Kurdpa”yê ragihandiye ku: “Zanyar Tundrew” ku digel bavê xwe bi gemiya penaberan li ser rûyê avên Yûnanê li rêya çûn bo Ewropayê bû, li rêkevta 5`ê Xakelêweyê gemiya hilgirê penaberan bi sebeba xirab bûna makîneya vê li ser rûyê avên Yûnanê mabû û piştî derbasbûna 24 demjmêran, polîsên Yûnanê ev radestî polîsên Tirkiyê kiribûn.

Vê çavkaniya haydar zêde kiriye ku: Zanyar û bavê wî piştî ku ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatiye binçavkirin bo kempa penaberan li parêzgeha Moxlaya Tirkiyê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar zêde kiriye ku: “Zanyar Tundrew” bi sebeba destpêtranegihîştin bi dermanan, rewşa tendrustiya wî nebaşe û bi lezigînî hewcehî bi dermanan heye.

“Kurdpa”yê li rêkevta 5`ê Xakelêweyê dîmenên “Zanyar Tundrew” ku di gemiya penaberan li ser rûyê avên Yûnanê bona çareseriyên pîzişkî li rêya Ewropayê de bû belav kiriye.