Mihemed Qadirpûr ji bo cîbicîkirina biryara girtîgehê bo girtîgeha Neqedê hat veguhestin

17:05 - 27 Adar 2023

Roja Yekşemî berwara 28’ê Reşemeya 1401’an, “Mihemed Kadirpûr” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirina bo taya cîbicîkirina biryara vî bajarî, hat binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Neqedê hat veguhestin.

Ev welatiyê Kurd sala borî bi tohmeta “hevkarîkirin bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” ji aliyê taya 101 a dadgeha tawanên Pîranşarê ve bi du sal û heft meh û 15 roj girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Roja Yekşemî 24’ê Rêbendan a 1400’an, “Mihemed Qadirpûr” kurê Elî, bi bê nîşandana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê veguhestbûn.

Ev welatiyê han piştî heyama lêpirsînê bo girtîgeha Neqedê hate veguhestin û roja Şemî 21’ê Reşemeya 1400’an, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina pêvajoya dadgehê, ji girtîgeha Neqedê hat azadkirin.