Kirmaşan: Sîna Kakey cezayê hepsê bo hat birîn

17:02 - 27 Adar 2023

“Sîna Kakey” yek ji binçavkiriyên serhildana şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê taya 4 a Dadgeha Şoreşa a Kirmaşanê bi 7 meh hepsa te`izîrî û cezayên zêde hat mehkûmkirin.

Dadgehê ev serdihdêr bi “propagende li dijî nizamê” tohmetbar kiriye û herwisa pêka belgeyên madeya 23 ya Yasaya Cezayê Îslamê, navbirî bi qedexehiya derkevtin li welat, qedexehiya endambûn di partî û girûp an kombûnên siyasî û civakî de jî bo heyama 2 salan ceza kiriye.

“Sîna Kakey” roja Duşemî 31`ê Xezelwera sala 1401`an, hevdem digel birêveçûna merasima çileya “Sîna Nadirî”, yek ji cangoriyê meşa nerizayetiyên bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Dîzilavayê hatibû veguhastin.

Navbirî roja Şemî 5`ê Sermaweza sala 1401`an, bi danîna barimteya bi qasî 400 milyon Tumenî bi awayê demkî heta bidawîbûna pêvajoya dadgehê hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd roja Sêşemî 6`ê Befranbara sala 1401`an jî, bo cara duyem ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.