Sine: Cezayê Sê sal û Çar meh heps bo Şîlan Kurdistanî hat birîn

09:56 - 26 Adar 2023

“Şîlan Kurdistanî” wergêr û endama girûpa jinan a “Jîvano” yê ji aliyê taya Yek a Dadgeha Şoreşa Sine bi serokatiya “Se`îdî” cezayê 40 meh heps bo hat birîn.

Dadgehê ev çalakvana mafê jinan bi tohmeta “endambûn di girûpa jinan a “Jîvano”yê de, du sal û 9 meh heps û “propagende li dijî nizamê” 7 meh heps ceza kiriye.

“Şîlan Kurdistanî” roja Yekşemî 1`ê Xezelwera sala 1401`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîbûna lêkolînê bi danîna barimteyê bi awayê demkî li girtîgehê hatibû azadkirin.