Du welatiyên Kurd bona cîbicîkirina biryara girtîgehê bo girtîgeha Nexedê veguhastin

17:07 - 25 Adar 2023

Roja Şemî 27`ê Reşemeyê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Rehman Qadirî” kurê Kerîm û xelkê bajarê Pîranşarê û “Enwer Şêxe” kurê Elî û xelkê Peswê, bona cîbicîkirina biryara girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hatin veguhastin.

“Rehman Qadirî” ji aliyê Dadgeha Şoreşa Pîranşarê bi tohmeta “Hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” bi 2 sal û 7 meh û 16 roj hepsa te`izîrî û bi tohmeta “propagende li dijî nizamê” jî bi 7 meh û 16 roj hepsa te`izîrî hatiye ceza kirin û pêka yasaya li ser heva cezayan, biryara herî tund ji navbirî re dê birêve here û ev biryara di Xermanana sala 1401`an ji wî re hatiye îlankirin.

Roja Yekşemî 24`ê Rêbendana sala 1400`an, “Qadirî” bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina piroseya lêkolînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û roja Sêşemî 21`ê Reşemeya heman salê bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîbûna proseya dadgehê hatibû azadkirin.

“Enwer Şêxe” jî sala 1401`an ji aliyê dadgeha Şoreşa Pîranşarê bi tohmeta “Hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” bi 2 sal û 7 meh heps hatibû cezakirin.

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwera sala 1400`an, “Enwer Şêxe” yê xelkê Peswê ya girêdayî bajarê Pîranşarê, bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bona lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Urmiyê veguhastibûn. Navbirî piştî bidawîhatina proseya lêkolînê bo girtîgeha Nexedê veguhastibûn û roja Sêşemî 21`ê Reşemeya sala 1400`an bi danîna barimetê bi awayê demkî hatibû azadkirin.