Sine: Mamosteyekî Kurd bo Dadgeha Taybet ya Rûhaniyet hat gazîkirin

10:39 - 4 Adar 2023

Mamoste “Husên Elîmuradî” pêşnimêjê Înê yê mizgevta “Îbrahîm Xelîlulah”a Sinê û birêveberê xwandineha Zanista Olî û hafizê Qura`ana “Îbrahîm Xelîlulah” bo Dadgeha Taybet ya Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê hat gazîkirin.

Ew mamosteyê Olî yê Kurd pêka gazînameya ku jêra hatiye şandin, dibe bo dawîn berevaniyê, xwe bo dadgeha Taybet ya Rûhaniyeta Hemedanê bide naskirin.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî mamoste “Husên Elîmuradî” hatine sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nine.

Her di vê pêwendiyê de, mamoste “Mihemed Sêyf Penahî” pêşnimêjê Înê yê mizigevta gundê “Qadirmeriz” û mamoste “Şaho Fethî” pêşnimêjê Înê yê gundê “Serab”yê ser bi bajarê Dêwolanê bo dadgeha Taybet ya Rûhaniyeta bajarê Hemedanê hatine gazîkirin.