Kuştî û birîndarbûna 1956 kolber li heyama 12 salên derbasbûyî de (1390`an heta 1401`an)

15:52 - 25 Adar 2023

Navenda Amara Saziya Mafê Mirovan a Kurdpayê, di raporeke amarî de, koma kuştî û birîndarbûna kolberan di heyama 12 salên derbasbûyî de belav dike.

Pêka vê nîşandekê, li destpêka sala 1390`an heta dawiya sala 1401`an li ser hev 1956 kolber li Kurdistana Îranê de hatine birîndarkirin û kuştin;

Kuştî: 594 halet

Birîndar: 1362 halet

Windabûyî: 5 halet

Nîşandeka giştî;

36 kes ji kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin ،temenê wan di bin 18 saliyê de bûne.

Ji sedî 77 ji wan kolberan bi gulereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îslamî hatine birîndarkirin û kuştin.

Herwisa birîndarkirin û kuştina kolberan bi sebeba teqîna mîn û sir û seqemê, her yek bi hebûna rêjeya ji sedî 5 di pileya sêyem de ne.

Amara birîndar û kuştiyên kolberan bi cudakirina salan (1390`an heta 1401`an)

Sala 1390`î; 94 kuştî û birîndar(43 kuştî û 51 birîndar)

Sala 1391`an; 74 kuştî û birîndar (43 kuştî û 31 birîndar)

Sala 1392`an; 102 kuştî û birîndar (44 kuştî û 58 birîndar)

Sala 1393`an; 89 kuştî û birîndar (38 kuştî û 51 birîndar)

Sala 1394`an; 58 kuştî û birîndar (29 kuştî û 29 birîndar)

Sala 1396`an; 212 kuştî û birîndar (58 kuştî û 152 birîndar û 2 windabûyî)

Sala 1397`an; 265 kuştî û birîndar (79 kuştî û 183 birîndar û 3 windabûyî)

Sala 1398`an; 227 kuştî û birîndar(57 kuştî û 170 birîndar)

Sala 1399`an; 231 kuştî û birîndar (58 kuştî û 173 birîndar)

Sala 1400`an; 225 kuştî û birîndar (54 kuştî û 180 birîndar)

Sala 1401`an; 225 kuştî û birîndar (29 kuştî û 196 birîndar)

Çawaniya kuştin û birîndarbûna kolberan:

Kuştî û birîndarbûna bi sebeba gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî; 1401 halet

Kuştî û borîndarbûna bi sebeba berbûn li bilindahiyê; 130 halet

Mirin û birîndarbûna kolberan bi sebeba mana di nav berf û bage û hatina reniyê; 87 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan bi sebeba teqîna mînê; 89 halet

Kuştî û birîndarbûna bi sebeba kevtina di nava ava rûbaran digel li peykevtin û revîn ji destê hêzên leşkerî?; 17 halet

Birîndarbûna kolberan bi sebeba lêdan û îşkencekirinê ji aliyê hêzên leşkerî ve; 27 halet

Kuştî û birîndarbûna kolberan bi sebeba gulereşandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê; 17 halet

Kuştina bi sebeba lêxistin û îşkencekirina hêzên leşkerî yên Tirkiyê; 1 halet

Mirina di encama rawestana dilê kolberan di dema kolberiyê de an givaşên ji ber kolberiyê; 17 halet

Berbûna bar li ser kolberan di dema kolberiyê de; 1 halet

Windabûn; 5 halet

Di dema kolberiyê de qutbûna demarên benda piştê; 1 halet

fetsîna bi gazê di xêwetê de di dema kolberiyê  de li çiyayan de; 3 halet

Havêtina li bilindahiyê ji aliyê hêzên leşkerî ve; 1 halet

Birîndarbûna kolberan di bûyerên tirafîkê de di dema kolberiyê de; 147 halet