Bane: Welatiyekî Kurd bi sebeba teqîna mînê birîndar bû

10:19 - 25 Adar 2023

Roja Çarşemî 2`ê Xakelweyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Ebdulrehman Rêyhanî” temen 36 salî û kurê Tahr û xelkê bajarê Bane bi sebeba teqîna mînê pêyê wî birîndar bûye.

Pêka gotina çavkaniya haydar, ew welatiyê Kurd li bilindahiyên sînorê “Sardav” yê rastî vê bûyerê hatiye.

Wê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Li destpêkê “Rêyhanî” bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane veguhastibûn û piştire bi sebeba kûrahiya birînan bo nexweşxaneya Şehyar ya Tewrêzê veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Çarşemî 17`ê Reşemeya sala 1401`an, welatiyekî din yê Kurd yê bi navê “Rehmet Qadrizade” yê xelkê gundê “Şêxe Sor” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sebeba teqîna mînê pêyê wî bi dijwarî birîndar bibû.