Veguhastina Silêman Ebdî bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê

12:09 - 24 Adar 2023

“Silêman Ebdî” endamê Encûmena Sinfî ya Momostayên Kurdistan û Seqiz, bona lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê veguhastin e.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ev çalakvanê sinfî yê mamosteyan di pêwendiyeke telefonî de bi malbatê re ragihandiye ku ev bo girtîgeha Sinê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Ev endamê Encûmena Sinfî ya Mamostayên Kurdistan û Seqizê, heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Encûmena Sinfî ya Mamostayên Kurdistan û Seqizê û Zîweyê, piştî binçavkirina “Silêman Ebdî” bi belavkirina daxuyaniyekê binçavkirina wî mamostayê xwedî derbasî yê Seqizê bi tundî şermezar kir û daxwaza azadiya bê şert û merc a wî mamostayî kiriye.

Roja Yekşemî 28`ê Reşemeya 1401`an, “Silêman Ebdî” endamê Encûmena Sinfî yê Mamostayên Kurdistan û Seqizê, bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî di dema vekolîna mala wî çalakvanê sinfî de, dest bi ser telefona wî û endamên malbata wî de jî girtibûn û herwisa hêzên ewlehiyê Loptopa keça “Ebdî” jî dest bi ser de girtibûn.

Di meha Pûşpera sala 1401’an de, biryara qedexekirina dadgehkirina “Silêman Ebdî” ji aliyê taya duyem a dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Seqizê ve hatibû derxistin.

Roja Çarşemî 25’ê Cuzerdana 1401’an, ev çalakvanê sinfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin, û roja Şemî 4’ê Pûşpera heman salê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dozê ji girtîgeha Seqizê hatibû azadkirin.