Saziya Mafê Mirovan a Kurdpayê, reftara nûnerên Komara Îslamî li hember nûnera Kurdpayê li binkeya Saziya Navneteweyî de şermezar dike

11:45 - 24 Adar 2023

Di berdewamiya 52emîn civîna Şêwreya Mafê Mirov a Saziya Navnetewyî li Geneve, Dr. Koçer Weledbêygî weke nûnera Kurdpayê bi kincên Kurdî di vê civînê de amade bû. Ev yeka digel berteka nûnerên Komara Îslamî rû bi rû bû ku wisa xuya bû ku pêş destpêkirina axatina Dr. Koçer û di dema axatinên wê de bi şêweyên cuda hewl dane ku givaşên fîzîkî û derûnî bixin ser, da ku axatinên Dr. tevlîhev bikin.

Komara Îslamî ku yek ji dujminên azadiya gotinê û azadiya saziyên nehikûmî ye, di heyama salên derbasbûyî de hin nûner weke saziyên nehikûmî di civînên Şêwreya Mafê Mirov a Navnetewey de beşdar kirine. Ev kesên han ku sal li pey salê hejmara zêde dibin, hatine erkdarkirin ku berevaniyê ji rewşa mafê mirov li Îranê bikin û di heman demê de bi awayên cuda yên weke fîzîkî û derûnî, nûnerên Saziyên Mafên Mirovan yên Îranê yên li dervey welat bixin bin givaşan de.

Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê, tevî şermezarkirina vê reftara Komara Îslamî û nûnerên wê di Şêwreya Mafê Mirov a Navnetewey de, daxwaza vê yekê dike ku kiryarên wiha yên nûnerên Komara Îslamî balek zêde bê dan û îzin neyê dan ku reftarên wiha dubare bibin. Zêdebûna hejamra nûnerên Komara Îslamî di peykerên saziyên nehikûmî di Saziya Navneteweyî de, dikare bibe sedema dûrketina li ser rewşa mafên mirovan li Îranê.

Saziya Mafê Mirovan a Kurdpa yê