Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve li Şinoyê

17:34 - 23 Adar 2023

Roja Yekşemî 28`ê Reşemeya 1401`an “Ese`id Erihenî” welatiyê xelkê gundê Sergîr a girêday bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê, ew welatiyê Kurd li ser rêya di navbera Sergîz bo Şinoyê, bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniya haydar daye zanîn ku, “Erihenî” bona lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedem û tohmetên ku li dijî “Ese`id Erihenî” hatine sepandin ti zayariyeke serast ber dest nine.