Bi sebeba gulereşandina rasterast ya hêzên hikûmetî li bajarê Bane welatiyek hat kuştin

10:55 - 23 Adar 2023

Roja Çarşemî 2`ê Xakelêweyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Bêhzad Ezîzî” temen 19 salî û kurê Cemal û xelkê gundê Derga Şêxan yê girêdayî bajarê Bane, bi sebeba gulereşandina rasterast a hêzên hikûmetî yên Îranê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar a “Kurdpa”yê, “Bêhzad Ezîzî” di dema zivirîn bo mala xwe li gundê Derga Şêxan, li rêya di navbera Bane bo û Boyenê di xala lêgerînê ya Kerîmavayê ku berê û piştî xwenîşandanên seranserî hatiye danîn, bi bê haydariya berê hêzên hikûmetî gule berdane wî welatiyê Kurd û ji ber berkevtina guleyan canê xwe ji dest daye. 

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Di vê bûyerê de, çend gule li ser û laşê wî ketine.

Vê çavkaniya haydar ragihandiye: Piştî vê bûyerê welatiyên nerazî, êrîşî birine ser binkeya leşkerî ya Kerîmavayê û agir berdanê.

Termê “Bêhzad Ezîzî” bo nexweşxaneya Selahedîn Eyobî ya bajarê Bane hatiye veguhastin û heta niha radestî malbatê nehatiye kirin.