Kolberek li sînûrê Bane birîndar bû

10:19 - 23 Adar 2023

Roja Çarşemî 2`ê Xakelêweyê, kolberê Kurd yê bi navê “Husên Xendanî” yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sebeba gule reşandina rasterast a hêzên hikûmetî li sînûrê “Hengejale”ya bajarê Bane birîndar bû.

Hêzên leşkerî bi bê haydarkirina berê gul berdane wî kolberê Kurd.

Ew kolberê Kurd bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriya taybet ya pîzişkî de ye.