Arvîn Nîkipey dubare bo girtîgeha îdareya îtla`ata Merîwanê hat veguhastin

17:31 - 18 Adar 2023

“Arvîn Nîkipey” welatiyê gundê “Nêy” yê girêdayî bajarê Merîwanê, piştî veguhestina rojekê bo girtîgeha vî bajarî, dubare bo girtîgeha Îdareya Îtila`atê hat veguhastin.

Pêka çavkaniya haydar “Kurdpa” yê, ev welatiyê han piştî ku bo girtîgeha Îtila`ata Merîwanê hatiye veguhastin, pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nekiriye û ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî de nine.

“Nîkipey” roja Yekşemî 21`ê Reşemiyê ji girtîgeha îtla`ata Merîwanê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bû.

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendanê, “Arvîn Nîkipey” bi bê nîşandan belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata vî bajarî ve hatibû guhastin.

Piştî binçavkirina vî xortî, hêzên ewlehiyê êvariya roja Şemiyê 11`ê Rêbendanê, avêtine ser mala wî li gundê “Nêy” û dest danîne ser laptop û telefona wî û bi xwe re birin.

Heta niha der barê sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Arvîn Nîkipey” de hatine sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nine.