Du çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsan bo Dozgeriya Giştî û Şoreşa Sehne hatin gazîkirin

18:04 - 1 Adar 2023

“Elî Nezerî û Seyd Elî Dekeyî” du çalakvanên medenî yên peyrewa Yarsan bo taya Yek ya Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Sehne hatin gazîkirin

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, ew her du çalakvanên medenî li Rêbendana îsal de bi tohmeta “kombûn û têkdana ewlehiya navxweyî welat” bo taya Yek ya Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa Sehne hatine gazîkirin û dawîn berevaniyên xwe radestî dozgeriyê kirine û çavnhêrî îlankirina biryara dadgehê ne.

Ew her du endamên Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî yên peyrewa Yarsan roja Înê 27`ê Xezelwerê, li merasima 21emîn salroja “Seyd Xelîl Elînijad” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û “Elî Nezerî” roja Şemî 5`ê Sermawezê û “Seyd Elî Dekely” jî roja Pêcşemî 3`ê Sermawezê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibûn azadkirin.

Herwisa “Elî Nezerî” li rêkevta 9`ê Sermawezê li ser rêya Bêstûn a bo Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna du demjmêran hatibû azadkirin.

Wêne ji aliyê rastê û çepê ve: Elî Nezerî û Seyd Elî Dekeyî