Îdamkirina herî kêm 4 girtiyan li girtîgeha Navendî ya Urmiyê

12:09 - 18 Adar 2023

Sibeha roja Înê 26’ê Adarê, 4 girtiyên Kurd bi îdamê hatin cezarkirin navên wiha ne: “Cehanbexş Radlûyî” kurê Sêvdîn xelkê gundê “Axçeqel” a ser bi navçeya Somayê, “Mihemed Eyûbiyan” kurê Mihemedsalih xelkê gundê “Mavana” ya ser bi navçeya Tirgewer, Froher Ebasnjad û kurê Reşîd û xelkê gundê Gocar a ser bi navçeya Tirgewer û Yasîn Reşîdî û kurê Erdelan û xelkê gundê Kelhera ser bi navçeya Tirgewer, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatin îdamkirin.

Ev çar girtî roja Çarşemî berwar 24`ê Reşemeyê ji bo cîbicîkirina biryara îdamê bo huodeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê hatibûn veguhestin.

Ev 4 girtî berê bi tohmeta “kirîn û firotina” madeyên hişber hatibûn binçavkirin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

Heta niha nûçeya îdamkirina wan 4 girtiyan ji aliyê navendên fermî û medyayên navxweyê Îranê ve nehatiye ragihandin.

Wêne ji rast ber bi çep: Yasîn Reşîdî, Froher Ebasnejad û Mihemed Eyûbiyan