Kurdpa; Îdamkirina serweyî yasayî ya Mihyedîn Îbrahîmî û windakirina bi zorê ya termê wî şermezar dike

11:58 - 18 Adar 2023

Roja Înê berwarê 26’ê Reşemeya 1401’an, girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Mihyedîn Îbrahîmî” li girtîgeha Urmiyê de hat bidarvekirin. Komara Îslamî termê wî radestî malbata wî nekir û termê “Îbrahîmî” li cihekî nediyar de bi axê spartiye.

“Kurdpa” tevî şermezarkirina binçavkirina beredayî, proseya dadgehkirina nedadmend û nehiştina mafê hebûna parêzer şermezar dike, nemaze di qonaxên binçavkirin û lêpirsînê de di bin îşkenceyê de li girtîgehên ewlehiyê de, îdamkirina wî ya derveyî yasayê û windakirina bi zorê ya termê wî girtiyê jî şermezar dike.

“Kurdpa” radigihîne ku, îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd ku rêjeya bilind a îdamên ku ji aliyê Komara Îslamî ve tên encamdan, hertim weke taktîkeke siyasî li dijî gelê Kurd li Kurdistanê hatiye bikaranîn û ev yek jî bûye sedema hesabkirina gelê Kurd weke kêmnetewe ye, bi zilma zêde li ser wan bedelên kêmtir ji bo Komara Îslamî heye.

Pêka vê yekê “Kurdpa”yê, weke saziyeke mafên mirovan a Kurd daxwaz dike ku çavdêriya saziyên mafên mirovan û navdewletî yên li ser kiryarên Komara Îslamî ya Îranê li dijî girtiyên siyasî û birêvebirina cezayên îdamkirinê li dijî wan bê zêdekirin û divê Komara Îslamî li hemberî pêvajoya bê sînûr ya îdamkirinê, darizandinên neadil û kiryarên tûndûtîjiyêde bersivdar be.

Ji aliyeke din ve jî, windakirina bi zorê ya termê girtiyên siyasî bernameya tepeserkirina rejîmê ya dijî dijberên siyasî û gelê Kurdistanê ye û Komara Îslamî vê weke amûra fetisandin û tirsê bi kar tîne û êş û azaran li ser malbatan de dide sepandin.

Li gorî ku ji sala 2012’an şûnda ji koma 31 ​​girtiyên siyasî termên 21 kesan radestî malbatan nehatine kirin û cihê biax spartina wan jî nayê zanîn.

Kiryarên wiha yên tepeserkirinê armanckirî ya Komara Îslamî li dijî dijberên siyasî yên Kurd bi tundî ji aliyê Kurdpa ve tê şermezarkirin û îşare bi vê yekê dike ku hewce ye mîkanîzmeke cidî ji bo berpirsyar girtina Komara Îslamî û bidawîanîna vê kiryara tirsinak bê şopandin.

Saziya Mafê Mirov a Kurdpa yê

26 ê Reşemeya  14011`an

17`ê Adara 2023`an