Li sînûrê bajarê Newsûdê kolberekî temen 14 salî birîndar bû

17:26 - 16 Adar 2023

Roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, kolberê bi navê “Manî Hebîbî” temen 14 salî û xelkê gundê “Hişimer” a girêdayî bajarê Selasa Bawecanî ji ber teqeya rasterast ya hêzên hikûmetî li sînûrê “Kileber” a Newsûdê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî, bi bê haydarkirina berê, gule ji wî kolberî reşandibûn.

Ev kolber ji ber gole reşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, lingê wî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pawê hatiye veguhestin û niha di bin çavdêriya pizîşkî ya taybet de ye.