Urmiye: Welatiyekî Kurd di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da

15:51 - 16 Adar 2023

Roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, welatiyê bi navê “Şîrzad Ehmednijad”ê temen 41 salî û kurê Omer û xelkê bajarê Bokanê, li girîtgeha îdareya îtla`ata wî bajarî, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, hêzên ewlehî di pêwendiyeke telefonî de bi malbata wî welatiyê Kurd re ragihandine ku navbirî bi sebeba sekinîna dil canê xwe ji dest daye.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: “Şîrzad Ehmednijad” nexweşiya guçikan hebûye û di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi xizmetguzariyên dermanî bê par bûye.

Herwisa vê çavkaniya haydar daye zanîn: Ev welatiyê Kurd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re jî bê par bûye.

Di berdewamiyê de vê çavkaniya haydar gotiye: Serspêdeya roja Pêncşemî 25`êReşemeyê, termê “Şîrzad Ehmednijad” digel givaşên hêzên ewlehî û di bin rewşeke tev ewlehî de bi amadebûna malbata navbirî li goristana Mîrava ya bajarê Bokanê bi axê hatiye spartin.

Vê çavkaniyê daye diyar kirin ku: Hêzên ewlehiyê malbata wî welatiyê Kurd xistine bin givaşan de ku ji gotûbêjkirin digel medyayan xwe biparêzin.

Piştî belavbûna nûçeya canjidestdana “Şîrzad Ehmednijad” xelkê nerazî yên bajarê Bokanê derkevtin ser şeqaman û li dijî hikûmetê silogan dan.

Roja Çarşemî 26`ê Rêbendanê, “Şîrzad Ehmednijad” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo îdareya îtla`ata Urmiyê veguhastibûn.