Sine: Omîd Muşîrpenahî bi danîna barimteyê azad bû

14:54 - 16 Adar 2023

Roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, “Omîd Muşîrpenahî” endamê Encûmena Çandî û Civakî yê “Nûjîn”ê, bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî bi awayê demkî li girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê hat azadkirin.

“Muşîrpenahî” di girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê de bi zimanê Kurdî bersiva hêzên ewlehî daye û her ji bi vê sedemê jî di bin givavşên hêzên ewlehî de bûye.

Herwisa ew endamê Encûmena “Nûjîn”ê di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

“Omîd Muşîrpenahî” li rêkevta 16`ê Reşemeyê heya roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, ji ber zelal nebûna çarenivîsa xwe dest havêtibû bi gireva birçî bûnê

Roja Pêcşemî 4`ê Reşemeyê, ew endamê Encûmena Çandî û Civakî yê “Nûjîn”ê, piştî gazîkirin bo îdareya îtla`ata Sinê hatibû binçavkirin.

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohemtên ku li dijî “Omîd Muşîrpenahî” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.