Kamyaran: Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

17:38 - 15 Adar 2023

Şeva Sêşemî 23`ê Reşemeyê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Firyedûn Marabî” û “Rêbwar Marabî” yên xelkê gundê Marab a girêdayî bajarê Kamyaranê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Çavkaniyeke haydar di vê pêwendiyê de bi “Kurdpa”yê re ragihandiye: Ew kur û bav bi bê nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û “Firyedûn Marabî” bavê “Rêbwar” piştî derbasbûna çend demjmêran di bin lêkolînê de hatiye azadkirin.

Wê çavkaniya haydar ragihandiye: Li derheq çarenivîsa “Rêbwar Marabî” de piştî binçavkirinê ti zanyariyeke serast ber dest nine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî “Rêbwar Marabî” hatine sepandin, ti zanyariyeke serast ber dest nine.