Girtîgeha Urmiye: Veguhastina dubareya Mihyedîn Îbrahîmî girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamê bo odeya takekesî

17:06 - 15 Adar 2023

Roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamê û xelkê bajarê Şinoyê, li benda girtiyên siyasî û mesebî ya girtîgeha Urmiyê, dubare bo odeya takekesî hat veguhastin. Tevî micdbûna biryara îdamkirinê, ev girtiyê siyasî metirsiya birêveçûna nişkêveya biryara îdamkirina wî heye.

Çavkaniyeke haydar di pêwendiyeke telefonî bi “Kurdpa”yê re, veguhastina “Mihyedîn Îbrahîmî” bo odeya takekesî ya girtîgeha Urmiyê pejrandiye.

Roja Sêşemî 16`ê Reşemeyê, ew girtiyê siyasî yê mehkûm bi îdamê bo odeya takekesî hatibû veguhastin û piştire bo bendê hatibû wegerandin.

Ew girtiyê siyasî serspêdeya roja Duşemî 2`ê Cuzerdana îsal jî, bo girtîgeha îtla`ata Spahê hatibû veguhastin û roja Çarşemî 4`ê Cuzerdanê bo girtîgeha Urmiyê hatibû wegerandin.

Herwisa roja Sêşemî 4`ê Xezelwera sala 1400`an, “Mihyedîn Îbrahîmî” li benda girtiyên siyasî yên girtîgeha Urmiyê bo îdareya îtla`ata îdareya wî bajarî hatibû veguhastin û piştî lêkolînê li derheq mijarên hundrî girtîgeha Urmiyê, roja Pênçşemî 4`ê Sermaweza heman salê bo girtîgehê hatibû wegrandin.

Li Xermanan sala 1399`an, biryara îdamkirina “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê gundê “Alkavî” ya girêdayî bajarê Şinoyê, li taya 19 ya Dîwana Bilind ya welat li Tehranê hatibû pejrandin.

Ew girtiyê siyasî li taya 2 ya Dadgeha Şoreşa Urmiyê bi tohmeta “şer û endambûn di yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” biryara îdamê bi ser de hatibû sepadin û Dîwana Bilind ya welat ev biryara her wek berê pejrand.

Ev girtiyê siyasî bo cara duyem ji aliyê taya duyem a dadgeha Şreoşa bajarê Urmiyê bi îdamê hate mehkûmkirin û roja Şemî berwar 28’ê Befranbara sala 1998’an, ev girtiyê siyasî bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate gazîkirin û ev hukmê jê re hatiye ragihandin.

Biryara îdamê ya vî girtiyê siyasî di meha Reşemeya sala 1997’an de ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve hat hilweşandin û dosyeya wî ji bo careke din dadgehîkirinê bo taya duyem a dadgeha Şoreşa Urmiyê hat şandin.

Dubare dadgehîkirina dosyeya vî girtiyê siyasî li taya duyem a dadgeha Şoreşa Urmiyê bi serpereştiya dadwer Şêxlo birêve çû û bi tohmeta “şer li dijî xwedê û endambûna di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” de careke din bi îdamê hat mehkûmkirin. ".

Ev girtiyê siyasî di 12’ê Xezelwera a 1996’an de bi guleya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû birîndarkirin û piştre hatibû binçavkirin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatibû veguhestin û bêyî bidawîhatina dermankirinê, bo girtîgeha îtla`ata Spaha Seyîd El_Şoheda ya bajarê Urmiyê hatibû veguhestin û li wir bi tohmeta “hevkarîkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê de” de, îşkence kiribûn.

Roja 29’ê Tebaxa 1397’an, civîna mehkemekirina Mihyedîn Îbrahîmî li taya duyem ya dadgeha Şoreşa Urmiyê, bi serokatiya dadwer Şêxlo, bêyî ku parêzerek diyarkirî hebe, hat lidarxistin û di 1’ê Rezberê de, bi tohmeta “hevkarkirin û endambûn di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê de” biryara îdamkirinê bi fermî jê re hat ragihandin.

Ev welatiyê Kurd di sala 1389’an de bi tohmeta “hevkarîkirin bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyonê re” hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina hukmê xwe ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.

Herwisa di sala 1396’an de birayê vî girtiyê siyasî yê Kurd bi navê “Nûraldîn Îbrahîmî” di dema karê bazirganiyê de bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê jiyana xwe ji dest dabû.