Veguhastina Osman Îsmaîlî, çalakvanê kedkarî bo girtîgeha Seqizê

16:29 - 15 Adar 2023

Roja Çarşemî 24`ê Reşemeyê, “Osman Îsmaîlî” çalakvanê kedkarî li girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê bo qerenitîneya girtîgeha Seqizê hat veguhastin.

Ew çalakvanê kedkarî bi rêya telefonê bi malbatê re, nûçeya veguhastina xwe bo qerentîneya girtîgeha Seqizê ragihandibû.

“Îsmaîlî” heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Roja Çarşemî 19`ê Rêbendanê, “Osman Îsmaîlî” bi bê nîşandana belgeya yasayî li şeqama “Şoheda” ya bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna hefteyekê li girtîgeha îdareya îtla`ata Seqizê bo girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê hatibû veguhastin.